Lİ KURDİSTAN Û HER DEVERÊ KUŞTİNA MİRİNÊ

 

 

Ji bona min mirin ji zû ve miriye...

Fîzîka me li vire, lê heta şaneyên xwe em di nav pirsgirêkên welat de ne, dahurandinên civakî û şer. . . Ez niha li ser heyvê bim jî qet ferq nake. Bêguman dema ez ji zêdebûna kar dûr dikevim, ez gelekî zîver dibim. Ez ewqasî fêr bûme, nikarim xweragirim, nikarim jiyan bikim. Rewşek balkêşe. Ne dişibe mişextiyê, ne jî hîcretek klasîk.

Lê dikare berhevdana wê bi xebatên Hz. Muhammed ên Medîne bê kirin. Di encama vê jiyana me de, têgînên mekan wateya xwe winda kirine. Dîsa wext wateya xwe winda kiriye. Her tişt di kêliyê û di yek xalê de lêhûr dibe.

Tekoşîn, rastiya şer, tûjbûnek vînê û lêhûrbûna ramanê ye. Dema te lêhûrbûn û tûjahî pêş xist, navber wateya xwe winda dikin. Dikare pêvajo û meh di nava yek salê de bê bicîhkirin. Me hinekî jî ev kir. Me bi lêhûrbûneke şahane mesafe ji holê rakirin. Her wiha me ewqasî kêlî esas girt, ji bona me meh mîna rojekê ye. Ev hinekî jî bi lêhûrbûna rastiya Rêbertiyê ve girêdayî ye. Kesên din jî tevî heman rastiyan dibêjin ji ber vê lêhûrbûnê jiyan nakin, pêvajoyan baş pêşwazî nakin, ji bona wan roj mîna mehan dirêj dibin. Me ev hinekî berevajî kir. Ew mekanan mîna navbera gerstêrkan dirêj dikin.

Min li gorî xwe cîhanek pir cuda çêkiriye. Ravekirina wê bi rastî jî gelekî zore. Wisa jan û xemgînî nîne, lê şêwazê serkeftinê serwere, li hemberî hemû helwest û hewldanên bibin asteng hêrs serwere. Lê di heman demê de bi awayekî awarte girêdana jiyan û bilindkirina wê serwere. Bi qasî xirakirinê azweriya çêkirinê serwere. Ez ji vê re dibêjim jiyana awarte û gelekî bijare û ez bawernakim ku ez ê vê jiyanê bi ti tiştî veguherim.

Ger cîhanê li ser tepsiyê pêşkêşî min bikin ez tenezil nakim.

Qinyata min ew e ku ev rastî bi rastiya jiyana gel ve girêdayî ye. Mercên derjiyana ku gelê Kurd, gelê Kurdistanê û gelên cuda di navê de dijîn, rewşa wan a di asta sînorên komkujiyê de mayî, hema bêje bi min re asta eleqeyek awarte ava dike û ev pêwendî bi balkêşiyek şahane ve min neçar dihêle ku hemû hêz û enerjiya xwe derbixînim holê.

Ez texmîn dikim ku mirovek çiqasî bi armanca xwe ve girêdayî be, dê ewqas jî bikare enerjiya ku jê re pêwiste derxîne holê. Jixwe min di vê xalê de dirûşmeyek daye pêş: “Ger pêwist bike mirovek dikare xwe bîne asta bombeya atomê. ” Min ev têgîn vala negot. Û niha bi enerjiya bi xwe re min bi qasî hêza atomê encamek derxistiye holê. Ev wisa ne dirûşmeyek nepoxî û erzane.

Ez dubare dikim: Ger mirovek xwe bi armancek teqez bê qezenckirin ve gire bide, ew bombeya atomê ye. Ne gengaze ku kes pê bikarê. Ya din jî hêza kirinê ya awarte heye. Ev têgîn ji bona min gelekî girîngin. Min xwe da vî karî û niha ti pirsgirêka min a enerjiyê jî nîne. Dikare bê gotin ku ger ev asta girêdana min a armanc nînbûna, ez niha ji zû ve ketibûm rewşa extiyarekî belengaz.

Çend roj berê min di televîzyonê de li lîsteya wezîrên Tirkiyê yên nû avadibû temaşe kir. Hemû, yek bi yek di ber çavên min re derbas bûn. Dîroka çêbûna gelek ji wan a ji dayikbûnê 1950-1955 bû. Çêbûna min a ji dayikê 1948’e. Min hemû bi awayekî pir temen mezin û jihevketî dît. Min li xwe temaşe kir û got; “Ev çi hale, ev çi ciwantiye!” Min dîsa li ser cîhanê hinek muqayese kir. Ew hemû pişta xwe didin dewletê û wisa jiyan dikin, lê dîsa jî ewqasî herifîne. Hemû dewletên mezin û biçûk ên cîhanê rojane dixwazin pêşiya me bigirin û ez jî bi enerjiyek ciwantî û awarte liber xwe didim.

Bi gotina nivîskarekî Elman, ez xwe mîna siyasetmedarê sedsala 21’an amade dikim. Ez vê pêvajoya heta sala duhezarî, weke qonaxek polîtîk a bihûrdar, îdarekirin û derbaskirina kar dinirxînim. Lê ger wê ya eslî bê serxistin, ger dê were serxistin –piştî ku qirêja di karen paqijiyê de, di kare rûxandinê de, di serî de yên di nava rastiya gelê me de heyî hat paqijkirin- em ê karê avakirinê ya awarte di destpêka sed sala 21. –ger em bijîn- de pêk bînin. Bi soza min daye xwe ve, yeqîn dikim ez ê vê di asta herî rakêşwer de pêk bînim.

Pêşnûme û proje ji bona min qet nepirsgirêkin. Hew ne tenê li hemberî zexta çînî û netewî, yeqîn dikim em ji pirsgirêka derdor bigirin, heta qategoriyên di navbera temen û zayendî de ku gelek caran behsa civaka nû tê kirin, lê ne di sosyalîzmê û ne jî di kapîtalîzmê dedikare bê başkirin, newekheviyên ku pêwîste pir li ser bê rawestîn û di mijarên çavkaniya xwe ji van kirêtiyan digirin de, em ê bikarin ji gelek mijarên di asta têgînan de tê nîqaşkirin re çareseriyê bibînin. Amadekariyên vê û dîsa asta vêya min weke armanc gire dide gelekî li pêşe.

Em rastiya şerê, ku naşibe şerên xelkê dijîn. Zoriyên wê jî bi qasî ti şerê gelêrî ve neye muqayesekirin xwedî pîvane. Rastiya Kurd a bi şertên objektîf hatiye çêkirin û tişta me bi îradeya xwe daye avakirin naşibe rastiya gelên din. Lê mîna di her bûyer û diyardeyê de heyî li vir jî hinek avantaj hene. Polîtîkaya dijmin a herî dijwar, ji ber têkçûna dijmin me xwe gihandiya hostatiya ku li dijî wî bikar bînin. Di xala digotin;“Me ew xilas kir” de, dibebê ku fîşekek hatibe teqandin gelek şer hatine serxistin.

Serfermandarê Çînî yê di dîrokê de herî navdar Sun Tzu wisa dibêje; “Şerên herî bi nirx, şerên bê ku qet windahî bide ser dikevê ye. ” Me gelek caran şer wisa qezenc kir. Em bi hostatiyek pir mezin ketin nava vî şerî û vê têkoşîna ku gelek tevgerên Kurd ne gengaze nêzîk jî bibin û me ser xist. Li gel vê gelek şerên ku hêsan bên bidestxistin jî di rastiya Kurd de, li gorî min ji ber bê watebûnek mezin û zirdînîtiyê me winda kir. Em rastiya şerê gelêrî ya wisa pir bi nakok dijîn. Ez jî xwe di vê mijarê de pir bi pispor û lêhûrbûyî hîs dikim.

Di rastiyê de şer bi şêweya ku di PKK’ê de tê vegotin nameşe. Ez dixwazim vê mîna rexneyê li rewşenbîran bikim. Li gorî min ew hêjî xwezaya şerê di PKK’ê de fêm nakin. Hinek rewşenbîr weke Îsmaîl Beşîkçî bê ku pêşdarizayan bike, dixwaze serê xwe li ser vî tiştî bêşîne. Li gorî min hinek din nifş ji nêz ve nas kiriba dikariya hêza nivîsandina rastiyan baştir raber kiriba. Ji dervî wê di nav me de yên şer herî germ jiyan jî dikin pir zêde nikarin ferq bikin. Sedemên vî şerî yên serkeftin û windakirinê, şêwaz û tempoya wê, heta taybetmendiyên wê yên xîtab û uslûbê jî fêm bikin tine ye. Ev ji bona milîtanên nav me jî derbasdare, lê rewşenbîr hîn zêde ji paş ve lê temaşe dikin. Belkî ji îro û pê ve asta wan a fêmkirinê hîn bilind bibe. Lê di nav avaniya me de asta fermandariyê, asta mîlîtantî di vê mijarê de tengbûnekê jiyan dike. Bizanibe jî nikare bîne ziman, nikare bi xîtab bike û veguherîne şêwaz. Lê rexmî vê bi şêwazê xwe mirov dana şerkirin –yên li dijî me jî di nava vê de- ji bona min qet ne pirsgirêke. Heta ji bona min bikaranîna hêzên eniya dijber jî qet nepirsgirêke. Bi tena serê xwe fermandariya giştî ya Tirk xistina nava şaşiyan û pêşxistina şer ji bona min qet nepirsgirêke.

Ji bona min hew pêdiviya pêwist sitandina hênasê ye, dervî wê her tişt serkeftine. Di vê mijarê de ez gihiştime şêwazek şahane, ti kes nikare başve bixe.

Ji bona min mirin ji zû ve miriye.

Mirin ji zû ve miriye. Pirsgirêkek min a bi navê “mirinê” nîne. Dibe ku ji bo we, ji bo gel, ji bo PKK’ê û welatparêzan wateyek mirinê hebe. Min mirin di kesayet û di rastiya jiyana xwe de sedhezar carî kuştiye.

Lê rewşek wisa heye: Min di peyamên gel de dît. Ji bona min bidin jiyankirin çi ji destê wan dihat dikirin û digotin; “Em ê wisa bidin jiyankirin, em ê wisa bibin baskên wî, em wisa rê nadin ti tiştî. . .

Ez di vir de lewaziya gel dibînim.

Di rastiyê de gel dixwaze xwe diparêze, xwe dide jiyankirin. Vê jî dixwaze bimin dana jiyînê ve îfade bike. Bêgûman ez vê alîkariyê biçûk nabînim, bi hêstên xwe yên minetdarî pê ve girêdayî me. Lê bi dayîna vê hêstê ve piçekê jî li hêza xwe ya cewherî xwedî derketiban, xwedî hêza meşa xwe ya cewherî buna, pêwîstî bi ewqas gotinan nedikir. Wê gavê pir dijwar pêdiviya her kesî bi me heye. Bêguman vê dibêjin jî. Ji ber vê sedemê divê mirov berdêlan bide, ji bona gel jiyan bike.

Tevî ku ev bêrîkirina milyonane, helwestên me yên hêjî cidî nagirin û ber bi mirinên erzan ve baz didin ji bona me nayê bexşandin. Ji bona gel, ji bona jiyankirinê, em ê her tiştê xwe deynên holê, em ê mezin bihizirin, mezin bikin. Em ê ji ya berê zêdetir bikin, heta tiştên ku bere di mehekê de dikir, em ê niha di rojekê de bikin. Tiştên me di duwazdeh salan de kiriye, em ê hemûyan di sala sêzdehmîn de pêkbînin. Ev sonda girêdanê ya ku min dayî xwe û gele, ez ê bikim jî. Tiştên heta niha me kirine ispata vê ne. Divê em ji van encaman derxînin. “Hêza cewherî” çiye, “mezinbûn” çiye, “pêşketina şer çiye”, “rêxistinbûn, sazîbûnû rêveberî” çiye, “rêxistinparêzên têrkar, kesayetên têrkar ji hêla xwe ve derxistin” çiye? Divê hûn li ser van pirsan bisekinin. Ger ev pêk bê, wê ez jî bêm parastin, her wiha wê gel jî xwe biparêze.

Dema ez digihiştim xalên herî dijwar, min di gelek hevalên xwe de ev tişt ditibû: Ger hebe giyanek wan wê hema bidin û xilas bibin. Di demên wisa yên teng de fedekartiya milîtanên me yên herî mezin jî bi feraseta; “Hema em bimrin, em fedekariyê bikin, em namûsê xilas bikin” de ye. Yên nikaribûn liberxwe bidin jî bûn nepenî. Rewşa min pir cuda ye. Di kêliyên herî zor de min mîna hêza hilberîna awarte kar kir.

Bereketa min a herî mezin, dema ez nêzî sêdarê me.

Belê ew pêvajo ne. Zivronekên qonaxên herî zîkzakin û derbendan tînin halê fetisandinê ne. Di cihên wisa de qabîliyeta min a manevra pir zêde dibe. Hilberîna min a kar, hizirandina afirîner û hûnandina hinek girêkên bingehîn bi lezek mezin û hostatî pêktê. Her wiha ez di van pêvajoyan de hîn zêde biser dikevim. Şêwazêmin ê qezenckirinê, di xalên ku gelek kesan ferq nekî û nehizî de pêkhatiye. Hîn jî nayê zanîn ku dîroka PKK’ê çawa hatiye qezenckirin. Gel şer kir, gerîla şer kir. . . Ez ji hewldana gelê me û şerê gerîlayên wê re jî hûrmetê raber dikim. . . Lê li gorî min van bi giranî pîlanên min ên şer vala derxistin.

Ez bi serê xwe mîna him artêşa şer dike him jî serfermandarim. Û ez hêvî dikim ku rojekê gelê me wê baş fêmbike; ger gerîla jî vê fêm bike teqez wê serkeftin çêbe. Ez ji bona ev bê fêmkirin, di demê xwe yê dawî hûrûkûrbikar tînim. Ger bala we bikişîne ez pir zêde wateyê nadim karên din. Ez dixwazim kesayeta mîlîtanên serkeftî û nêzîkatiya wî ya gel derxînim holê.

Di derbarên gel de pir zêde giliyên min ninin. Tevlîbûn û pêşketina gel başe. Ez di vê de pir zêde astengiyan nabînim. Lê ez ji bona mîlîtanan nikarim heman tiştî bêjim. Rastiya kesayeta mîlîtanan pir bi xetere, gelekî kelkote. Bi kurtasî ev jî bi ezmûnê ve girêdayî ye. Saziyên netewî, heta kongreya netewî, pêşketinên heyî yên girseyî, wê li gorî vê pêşbikevin, ev ne pirsgirêken pêşî ne. Lê ji bona mîlîtan, fermandar, kadro em nikarin heman tiştî bêjin. Niha herî derbenda teng eve. Xebatên min ên van salên dawiyê ev anîn asteke ku xirab nebe û hinekî rê li pêşiya pêşketina veke. Dihizirim ku xebatên min ên dema dawî, kêm jî be ev anî astek ku ne hilweşe yan jî zemînek pêşketinan ava bike. Yeqîn dikim wê ji vir û şûnde jî xebatên me yên bi vî rengî serkeftinê destnîşan bikin. Di pêşketina gel û mîlîtanan de qonaxek pêşveçûyî heye. Dema ku ez dibêjim wê “şer pêşbikeve” herî zêde bi van xebatan bawerim. Wê berhemên van derbikevin holê

Serok APO