Şer û Huner-1

Weke her carê hatiye gotin, şer dayîka hemû bûyerên mezin yên hunerîne...

Di derketina Rêbertiyê de peyama herî bingehîn, ferasetek bû; cihek ku xiyanet li jiyanê hatiye kirin û bi vê rewşa heyî ve jiyana ku neyê jiyankirin bû.

Beriya pêvajoya biryardariya weke partî xwe bi navê PKK’ê birêxistin bike -ya herî rast bi civakek rast re, heta berî malbatê nas bike- di derketina kesayetî de dizanî ku jiyana daxwaz dike wê jiyan neke. Dîsa ketibû ferqa ku ev di bin tehdîtek civakî de ye, gelek dijminên wan hene û heta bêjî hatine kirêtkirin. Her wiha dê paşê bi awayek zanistî bihata peyitandin ku, bi qasî wêranbûna welat, bênasnamebûna gel û di koletiya kevnar de ketiye rewşek herî xirab, berhema vê jiyana nêzîkbûnek bi bertek li dijî tê raberkirin, dibe ku rastiyek cidî yek ji ya di salên 70’yî de hatibû bidestxistin derketina Rêbertiyê bû. Heke nêzîkatiya jiyana wê demê ya heyî bi vî rengî be, jiyana Rêbertî jî weke şerek li dijî vê wê pêş bikeve, mîna di her şerî de bûyî, ev jî bi awayê hunereke zirav ku neçare xwe bidomîne derket holê.

Îro li ser navê Kurdistanê gelek tişt tên gotin, qala wêje, çand û felsefê tê kirin. Bêguman, bi vî rengî hatina ser ziman bingeha xwe ji taybetmendiya jiyana wê ya hunerî digire.

Pêkhatina Rêbertiyê çalekiyeke hunerî ye.

Heke îro li Kurdistanê gelek tişt li ser jiyanê tê gotin, tê nivîsandin, ji leşkertiya wê bigire heta dansên wê yên gel, gelek tiştan bidin qezenckirin jî; ev, tişta di kesayeta wê de tê jiyankirin beriya her tiştî bingeha xwe ji rastiya ku li ser dayî fikirandin digire. Bêguman heke dijminê jiyana wê evqas zêde be û jiyan bi her awayî kuştîbe, bixwaze di nava rastiya jiyaneke civakî ku ber nekeve tê de bê jiyankirin, di nav wê jiyanê de wate bigire jî; bi hunereke dahiyane dana jiyankirin, bîne asta jiyankirinê û ya herî girîng jî li hember dijminê xwe vê biparêze, pêşde bibe û bi qasî şerê vê dayîn, parastin jî mecbûriyeteke. Wiha ev jî girêdayî şêwazê serkeftina jiyana mine. Serkeftin bixwe jî, nêzîkatiya xwe ya hunerî şert dike.

Weke her carê hatiye gotin, şer dayîka hemû bûyerên mezin yên hunerîne. Ya herî zehmet, heke di mercên herî bêteraz de xwe ji bo şerekê amadekiribe û ger ev şer wê ji bo gelekî binkeftin encam bibe, em dikarin bêjin ku ev jî serkeftineke. Qet nebê wê dawîbûna jiyanek kirêt be; lê ger îhtîmalek li ber serkeftinê şansek girtibe û derfetê wê çêkiribe, ev jî bûyerek awarte ku dil û mejî derbas dike û wê weke di dîrokê de gelek caran di rastiya pêxembertiyê de hatiye bilêvkirin, ev jî weke derketinek mucîze bê nirxandin. Mucîze ji xwe, bersiva têgehek dil û mejiyê rojane nebîhîstî, dê nebihîse jî pêşketinek pir pêşveçûyî û pir cewaz derdixe holê ye.

Li gorî pîvanên rojane fikirîn û jiyankirin, bi ya mûcîzevî re bi nakoke. Ya mûcîzevî, berevajî fikirandin û gelek di ser bihîstinê rojane re, heta tê wateya xwe gihandina rewşek berevajiya wê.

Îro heta bêjî hatiye fêmkirin. Heta girêdana mirovek herî ji rêzê ya bi nirx be jî, ne gengaze ji şêwaza vê jiyanê razî be. Tangavî, qehir û êşa wê ya herî bingehîn di nava wê de ye. Ev neya heyî ye, ya pêkhatiye û ji mejiyê xwe derxistiye. Heta êdî yên li hember pêkhatina Rêbertiyê disekinin jî parve dikin.

Li vir tişta herî girîng bêguman wê yek ferd çawa bikare derketinek wisa pêk bînê ye. Heke li vir pênaseya hunerê ya zirav bê bidestxistin, dibe ku ji bo xwe encamên girîng derbixe. Ev; biqasî lêkolînê, bihîstinê jî pêwîst dike. Heta kesê ku vê rastiyê jiyan dike, ji tişta gotî û bihîstî zêdetir dibe ku herî zêde fêmkirin û bihîstin pêwîst bike. Kesayeta ku vê temsil dike ne raman û hesteke teqez a raste. Dibe ku kêm jî bimîne; lê ji ber kesayeta herî mijûle, mîna bûyereke hunerê ya mezin lêkolînkirin heta bêjî di cî de ye. Pêhesîna wê heta bêjî bi xiroşe. Dîsa heke em rojane li rastiyê temaşe bikin, xiroşa herî mezin li dora kesayeta Rêbertî tê jiyankirin. Bi qasî hêrsa herî mezin ku li hember wî tê raberkirin, ew çend jî hezkirin tê raberkirin. Bi qasî qezenckirina dilê bêhempa, cûcetî jî li dora wî pêkhatiye. Bi qasî çêbûna kesayetên leheng, kesayetên herî beredayî jî di nava vî şerê Rêbertiyê yê bi nakok de derketine holê. Naverok û şiklê vê her çendî berfireh be, Elbet ên li dora wî êdî bi vegotinek hestiyarî ve nikarin raman îzah bikin, ango wê ji bo nêzîkatiyên hunerî jî her ku biçe derfet ava bibin. 

Yên bi îdîane çi ji bo xwe çi jî ji bo her çi xebateke civakî, siyasî û leşkerî bimeşîne, pêwîst dike bi her awayî ve vê pêkhatinê binirxîne, him jî weke hunereke herî zirav. Ji bo nagihin qonaxê, yan di çep, yan jî di rastê de bere derbas bûne, şansê wan yê serbikevin nîne. Nakokiyeke bi vî rengî jî tê jiyankirin. Ya ku mijara gotinê ye, Rêbertiyek xwe herî berfireh û herî zêde vedibêje ye. Daxuyaniyên herî kur ku bibe mijara hezaran pirtûkan, ji her kesî re vê dibêje: “Heke min fêm nekiribe, sûçdarê herî mezin ez im. ” Çima? Ji ber di nava aliyên wê yên înkarkirina rojane de xwe ferz dike û heta di nava rastiya dijmin de fetisiye. Mejiyê wî hilweşiya ye, dilê wî hilweşiya ye û wê fêm neke.  Gotin, çav, guh her tim bi şêwazê derewan fonksiyon digire. Her wiha, ger kesayeta Rêbertî û huner, di kesayeta Rêbertî de hunera leşkeri, hunera siyasî, bi nêzîkatiyên cûr bi cûr yên hunermendên di qada civakî de bixwazin pêwendî bidin çêkirin; ji roja derketina Rêbertî heta roja me ya îro her ku diçe kûr dibe, berfireh dibe û hemû taybetmendiyên wî yên ku teşe digire, bi qasî rexnekere ewqas jî bi hestî nêz dibe. Di îzahkirina rastiyan de him fêmkirin him jî di wî de şûnek çalak girtin ji bo yên ku îdaya wan heye, hêzeke mezin wê bide avakirin.

Îdîaya ku mezinbûna Rêbertiyê çavkaniya xwe ji hestên wî digire, îdîayek gelemperî ye. 

Bêguman bi her rêberekî re hest roleke mezin dileyîze, lê di rastiya me de heta bêjî pêwîstî bi lêkolîna asta hest heye. Ne zehmete ku pîvanên heyî bi asta hestan ve bê ravekirin.

Gelo nêrîna dibêje mezinbûna Rêbertî çavkaniya xwe ji hest digire tê çi wateyê?

Mezinbûn, herî zêde aliyê ramanî rave dike. Ezîm, xiroş, rik, hêrs, hezkirin, dildarî, welhasil tiştên bi navê îrade giştî tên qalkirin, têgiha hest eleqeder dike. Di vir de bi qasî fêmkirina çavkaniya ramanê mezin, ewqas jî hewce dike çavkaniya hest û ev hevdu çawa xwedî dikin bê fêmkirin.

Çavkaniya hest çiqas ber bi çavkaniya raman ve bir, fikirandin çiqas rê li ber pêşvebirina hestan vekir?

 

Serok APO