şer û hûner-2

Ez bawerim welatek yan jî gelê di rastiya welatek de jiyan dike û vê rêbertiyê bînin beramberî hev, hestên heyî di avgîrên qirêj de melvanî dikin...

Ji bo şaşî neyê kirin, pêwîste çavkanî û girêdana di navbera wan de rast bê nirxandin. Ev gelek vekiriye, heta ku kesayeteke aliyê wê ya hestî ne li pêş be, hema hema dil ziwa dibe, her çendî rastiya çav bi qasî bûnewerekî herî hov jî watedar nabîne, şaş dibîne, mîna daxwaza dijmin dibîne, di heman demê de guh jî tiştên ku dijmin dixwaze dibihîse, hemû jêhatiyên hestewar bi vî rengî dirizin, di rewşeke ku ji pêkanîna fonksiyona xwe ya asayî dûr de; cîh dana hest şertê sereke ye. Ger di hestan de xet, di hestan de kûrbûn, di hestan de dijwarbûn û di hestan de sihêm nebe; wisa di nav nivîneke miriyan de, rê li ber vejînekê venake.

Zemîna civakî ya gelê me li ser jiyan dike, nivîna miriyane.  

Ma ne em carna komên hestiyên di wargehên Hîtler yên lê komkujî çêkirî dibînin. Li gorî min ew dîmen jî, ji rastiya em jiyan dikin zêdetir xirabtir nîne. Xweziya aliyeke me ya ku koma hestiyên me mayînê hebûya! Ev rewş li gel me zêdetir xedare. Weke ku jiyan dike, lê çala ku melevanî tê de dike dilopek tenê jî ava pak nîne. Heta qirikê noqî bûye, lê dibê “ax” û “min çend qurt ava zelal vexwar!" Dengên tên guhan wî jî wisa ne, dîmenên ku çavên wî lê dikevin jî wisa ne. Êdî fêrî vê hatiye kirin. Ji ber wê bûna xwediyê şêwaza livîna mirinek wisa heta bêjî tirsnake. Lewra gengaze ku di Rêbertî de qala hestek wisa bê kirin. Yanî li hember rastiya civakî di nava nêzîkbûna hestek wisa de bûyîn; ku ya bi çav xuya dike û ji guh re xweş tê zêde neyê tehemûlkirin; lê ger ji şiyarbûna mirovî ya ji dîtin, bihîstin, sehkirin naxwaze bi ti awayî devjê berde, loma ji derveyî hêza hest bidestxistinê zêdetir çareyeke din nîne. Bi nêzîkatiya “Kesayeta Rêbertî gelek baş dibîne, ji dengên weke dahî û hestan wate derdixe” gotin, li gorî min pesindayînek zêde ye. Lê bûyereke li vir diqewime heye. Yên di nava deryaya mirinê de û avgîr de jiyan dikin, di rastiya jiyana wan de ferqek daniye holê. "Ez ê di vê deryayê de melevanî nekim û di vê avgîrê de negerim. " Wiha ev cudahî dikare rewşa mezinbûna hest rave bike. Wê, bi ti awayî weke we neyê jiyîn. Heke rêgezeke mezin hebe, ew jî dibe ku ev be. Elbet her kes vê dibêje, lê di jiyan û hestên xwe de bicîh nayîne. Bi kinahî bin dikeve.

Heta di vê mijarê de yê ku dibêje ez bi îdame jî dikarim bêjim ku bin ketiye. Heke hinek hestên baş hebe jî lewaze, şansê serkeftinê nîne û piranî jî têkiliya qirêjiyê ye. Em nikarin bêjin ku zêde jê cuda kiriye û di vê wateyê de jî cudahiya Rêbertî mezine.

Ez bawerim welatek yan jî gelê di rastiya welatek de jiyan dike û vê rêbertiyê bînin beramberî hev, hestên heyî di avgîrên qirêj de melvanî dikin, lê nefesa xwe ya dawî dide, dişibe rewşa masiyên ku ha miriye, dê bimire. Lê dîsa em bêjin ku qevastineke mucizevî ye, ev masî êdî dipeke û li gorî xwe kaniyeke paqij dibîne. Li vir îdaya xwe ya jiyanê didomîne. Hêjî gelek tiştên ku bên gotin hene. Hêjî gelek rexneyên ku di derbarê hestan de bên kirin hene.

Heta hinek dibêjin em gelek hez dikin, evîndarek pir çavkorin, lewma gelek rondik dibarin. Înad û hesûdiya di nava rastiya me ya civakî de gelek zêde ye. Di vê mijarê de yek bi ser me re nîne; lê hemû tiştên ku van rave kirine, perpitîna ji nava ava gemar ku tê de nayê jiyankirine.

Mixabin ez nikarim ji van re bêjim hest, ez ê jê re rêz jî negirim û bawerim ez vê yek ji aliyê xwe yê herî xurt dibînim.  

Ez ê weke we jiyan nekim.

Her tişt dikeve nava vê. Heta bêjî ez ê dijber bim. Heke min eltarnatîfa wê dît, bi qasî min dîtî jiyan bikim. Heke nebînim jî, qet nebe weke keseke bibim xwedî bawermend û bîranîn. Ez weke xwedî kesayetek zikirkirî şêwazeke razber ku ti kes nikare di ber re derbas bibe hilbijêrim û tenê razber jiyan bikim. Ez ê tevlî qirêjiya vê şênberê nebim. Hîn zêdetirîn tiştên ku bên gotin, bêjin em ji kesayetên ku “êş, rondik, qaşo li gel dilin û her tim hestên me pelqik dide” bilêv bikin jî; weke ku destnîşan kirine xiyaneta herî mezin li hestên pîroz dikin. Ez bûm nebûm di gelek gotinan de min ji xwepêşandana hestan nefret kir. Ez vê hêjayî jiyankirinê nabînim, dîsa di min de rastiyek duwemin a bingehîne. Wisa jiyan nekirin, lê bersiva pirsa wê çawa bê jiyankirin jî li gorî xwe bikaribe bi hesteke afirînêr bersiv bide. Em dikarin qala bisînorbûna wê ya afirîner bikin. Ev hinek min têrdike. Lê netewbûna vê û bûna serdestê hemû welat jî şereke mezin dixwaze. Ji xwe ev şerê tê meşandin jî ji bo vê ye.

Şer, di heman demê de çalekiya afirandina hestane û ya hestên rast û mezine. Her wiha şerê agir, çalekiya paqişkirina avên qirêj ku tê de melavanî tê kirine. Di vê çanda ku tê de jiyan dikin pak, bikaribin di nav de melevanî bê kirin û bînin rewşa bê vexwarin. Yanî ev çalekiya civaka xwe anîna vê rewşê ye. Mezinbûna wê jî ji ber vê sedemê ye. Qehremaniya mezin ku ji bo wan bê pêşkêşkirin jî divê wisa bê fêmkirin. Bi taybet şehîdên me yên jin-xort ku bûne malê dîrokê hene. Ji Zîlan, Mazlum, Kemal, Xeyriyan bigirin heta Egîd’an bi hezaran qehremanên şer wateyeke wiha temsîl dikin.

 

Serok APO