DYE piştgiriyê dide qirkirina Kurdan a bi destê Tirkiyeyê

11 Şub 2019
162 times

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de Kurdan barê herî giran dan ser milê xwe û got, biryara vekişînê ya DYE'yê piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan e bi destê Tirkiyeyê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji kovara Lower Class re axivî ku bi Elmanî tê weşandin. Bayik di beşa yekemîn a hevpeyvînê de biryara DYE'yê ya vekişîna ji Rojava, biryara li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê ya Kurd û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava nirxand.

ME KOALÎSYONA BERFIREH A LI DIJÎ DAÎŞ'Ê WEKE SEKNA HEVPAR A LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DÎT

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser koalîsyona bi berxwedana Kobanê re li dijî DAÎŞ'ê ava bû û got, "Bi navê tevgerê me ev yek watedar û hêja dît. Koalîsyoneke berfireh a di vê çarçoveyê de ava bû, me weke sekneke hevpar a li dijî faşîzmê nirxand. Hêzên Azadiyê yên Rojava jî bi polîtîkayên baldar ev yek veguherandin tifaqekê. Bi vî rengî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê derkete holê ku em vê yekê dikarin weke koalîsyona herî berfireh a antîfaşîst a dîrokê bi nav bikin."

Bayik bi bîr xist, vê tifaqê Çileya 2015'an navenda Kobanê rizgar kir û wiha bi mijarê daket: "Gulana 2015'an bejahiya Kobanê ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin. Faşîzma DAÎŞ'ê ku kiribûn belayê serê mirovahiyê, derba destpêkê li vir xwar. Koalîsyonê têkoşîna xwe tenê li Kobanê nehişt. Ji bo DAÎŞ bi temamî bê têkbirin li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyeyê jî kete nava liv û tevgerê. 18'ê Cotmeha 2017'an Reqa ku DAÎŞ'ê weke paytexta xwe didît hate rizgarkirin û DAÎŞ ji aliyê siyasî û leşkerî ve bê bandor bû. Serketineke wiha ya dîrokî ji aliyê vê koalîsyonê ve hate kirin. Kurdan koalîsyon girîng dîtin, hêja dîtin. Bi rastî jî bi baldarî û berpirsyarî nêzîk bûn."

TEVLÎKIRINA TIRKIYEYÊ LI NAVA KOALÎSYONÊ, JI BO ÊRÎŞÊN LI DIJÎ PKK'Ê BÛ

Cemîl Bayik anî ziman, Kurdan barê herî giran ê vê têkoşînê dan ser pişta xwe û li derveyî Kurdistanê jî ji bo rizgarkirina herêmên Ereb ji faşîzma DAÎŞ'ê, ewladên xwe seferber kir.

Bayik bi bîr xist, Kurdan di vê têkoşînê de bi hezaran keç û xortên xwe şehîd dan û got, "Di nava vê pêvajoyê de, dawiya sala 2014'an bi koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê re DYE tevlî nava vê têkoşînê bû. Lê belê DYE'yê li ser heman xetê dewam nekir. 22'ê Tîrmeha 2015'an DYE'yê bi TC'ê re li hev kir. Qaşo TC tevlî koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê kir. Lê belê dewleta Komara Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ti carî tevlî nava koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê nebû. Bi DYE'yê re peymaneke du alî çêkirin; qaşo li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke duyemîn ava kirin. Ya rast DYE ji wê wextê ve bi du alî tevgeriya. Lihevkirina wan a bi Tirkiyeyê re ne koalîsyonek li dijî DAÎŞ'ê bû. Ji bo êrîşî PKK'ê bike pêşî li Tirkiyeyê vekir, destek da Tirkiyeyê. Ji xwe 24'ê Tîrmeha 2015'an balafirên şer ên Tirk rabûn. Hikumeta Tirk ji cîhanê re îlan kir ku li DAÎŞ'ê dixe, lê belê temamiya balafirên wan bombe li çeperên PKK'ê barandin. Bombe li Kurdistanê barandin, li hêzên ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe didin xistin. Bi vî rengî nêzîkatiya du alî, rewşeke sexte ji wê wextê ve dest pê kir."

BIRYARA VEKIŞÎNÊ YA DYE'YÊ PÊVAJOYEKE KU SALA 2015'AN DEST PÊ KIR

Bayik got, bi vî rengî koalîsyoneke derewîn a li dijî DAÎŞ'ê ava kirin û wiha dewam kir: "Ji xwe ti hêzê ji vê yekê bawer nekir. Ev yek weke tifaqa DYE û TC'ê derkete holê. Piştî ku Cotmeha 2017'an Reqa hate rizgarkirin û DAÎŞ têk çû, koalîsyona ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê ava bû, qels bû. DYE li şûna ku koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê esas bigire û xurt bike, koalîsyona qaşo li dijî DAÎŞ'ê ku di rastiyê de li hemberî PKK'ê ava bû, pejirand û ew yek da pêş. Komkujiyên ku dewleta Komara Tirkiyeyê li Kurdistanê kir, êrîşên li dijî PKK'ê kir ji xwe bi piştgiriya DYE'yê kir. Ji vê wextê ve ji bo hîn bêhtir piştgiriyê ji DYE'yê werbigire dest bi dayina gelek tawîzan kir. Têkiliyên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re weke şantajekê bi kar anî. Biryara DYE'yê ya vekişînê jî hinekî xwe dispêre vê yekê. Ya rast, pêvajoyeke ku ji sala 2015'an ve dest pê kiriye."

LI SÛRIYEYÊ HÊZEKE GIRÎNG A DYE'YÊ NÎNE, BI GIRANÎ JI HEWAYÊ TEVLÎ ŞER BÛ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, ku DYE ti carî bi yek alî tevnegeriya û got, "Her tim alternatîfek di rojeva xwe de hişt. Niha da xuyakirin ku wê ji Sûriyeyê vekişe. Ev ne mesele ye. Ya rast, DYE ji ber berxwedana li dijî DAÎŞ'ê kete nava Sûriyeyê, naxwe li Sûriyeyê bandoreke xwe tine bû. Berxwedana Kurdan kir ku DYE li Sûriyeyê bibe xwedî bandor. Ji aliyê hiqûqî ve ji xwe rewşek nîne. Li Sûriyeyê hêzeke xwe ya welê jî nîne. Nikare bê gotin ku ji bejahî ve tevgeriya. Bi hêza xwe ya hewayî tevlî şer bû. Yên ku ji bejahî ve şer kirin, parastin kirin Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Bi taybetî jî YPG û YPJ ne. Hêzên ku li herêmê serdest in hêzên berxwedanê yên Kurdan e."

MESELE MAN Û NEMANA KOALÎSYONÊ YE

Bayik got, "Lewma rewşeke welê nîne ku DYE herêmekê kontrol dike û bi vekişînê re wê valahiyek çêbibe. TC, desthilatdariya AKP-MHP'ê dibêje, 'dema ew vekişiya ez ê şûna wê dagirim'. Rewşeke welê nîne. Rastî wiha ye; DYE bi piştgiriya hewayî tevlî koalîsyonê bû. Mesele ew e ku koalîsyon wê li vir bimîne yan nemîne. DYE'yê du koalîsyon ava kir, wê bi kîjanê re bimeşe? Biryara vekişînê tê wê wateyê ku têkiliyên xwe yên bi koalîsyona hêzên Kurd û Ewropî re li dijî DAÎŞ'ê hatiye avakirin qels bike û têkiliyên bi TC'ê re xurt bike ku ev jî koalîsyona sexte ya li dijî DAÎŞ'ê ye."

DYE LI ROJHILATA NAVÎN HÊZEKE GIRÎNG E, HEMA WELÊ VENAKIŞE

Bayik diyar kir, DYE li Rojhilata Navîn hêzeke girîng e, hema welê ji ber xwe ve venakişe û got, "Nakokiyên navxweyî bi taybetî li baskê leşkerî ve xwe dan der. Wan ji ber vê yekê metirsîdar dîtin; di rewşeke wiha de bandora me ya li rojhilatê Firatê wê nemîne, ji aliyê leşkerî ve em ê nikaribin biparêzin. Ji ber ku bi helwesta leşkerî ya TC'ê baş dizanin. Eger ev yek pêk were wê bandora xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn winda bike. Pentagon ji ber vê yekê bi fikar e. Serokatiya DYE'yê jî bi giranî polîtîk difike. Karên ku ji bo xwe sereke dibîne cuda ye, giraniyê dide ser polîtîkaya navxweyî. Di hilbijartinên navberê yên Mijdara 2018'an de winda kir. Piştî 2 salan hilbijartin hene, eger bi vî rengî bidome wê di hilbijartinên serokatiyê de jî têk biçe, di vî warî de polîtîkayê dike. Ev yek helwesteke navxweyî ye. Bi gotina 'ez leşkeran vedikişînim', hewl dide bandoreke girîng li civaka DYE'yê bike. Pêwendiya xwe bi armanca ji bo serketina di hilbijartinê de heye. Xala duyemîn jî; koalîsyona bi TC'ê re derdixîne pêş. Têkiliyên bi TC'ê re xurt dike. Rûsyayê di navbera TC û DYE'yê de rê li ber nakokiyan vekir. Vê yekê hinekî tehde li DYE'yê kir. Dixwaze vê polîtîkaya Rûsyayê têk bibe, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xurtir bike. Ji bo vê jî, mîna 22'ê Tîrmeha 2015'an di 4-5'ê Mijdara 2018'an de tifaqa Tirkiye û Emerîkayê çêbû. Wezareta Karên Derve ya DYE'yê li Tirkiyeyê hevdîtin kir. Li ser vê bingehê biryar dan ku ambargoya li dijî Îranê bişidîne. Der barê rêveberên PKK'ê biryara girtinê dan. Ev yek işaretê bi tifaqa bi Tirkiyeyê dike. DYE bi vî rengî dixwaze têkiliyên bi Tirkiyeyê re xurt bike, Tirkiye û Iraqê bide kêleka xwe û Kurdan jî tevlî vê yekê bike, bi vî rengî polîtîkayên zextê yên li ser Îranê zêde bike. Ji bo vê jî piştgiriyê û tawîzê dide polîtîkaya AKP-MHP'ê ya faşîst ku dijminê Kurdan e. Hewl dide pê re li hev bike. Dewleta Komara Tirkiyeyê jî, bi taybetî rêveberiya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî vê yekê ji xwe re weke firsendekê dibînin û dijberiya xwe ya li Kurdan, polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî Kurdan hewl didin hîn bi bandor bimeşînin."

DYE XWEST XWE JI KOALÎSYONÊ VEKIŞÎNE, DEWLETÊN EWROPÎ LI BER RABÛN

Bayik got, "Lewma nikare bê gotin ku DYE ji Sûriyeyê, ji Rojhilata Navîn vedikişe. Lê belê di polîtîkayên DYE'yê de guhertin çêdibe, ji van deveran venakişe. Ji nava koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê vedikişe. Têkiliya xwe ya bi koalîsyonê re qels dike, bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re tifaqê dike ku li şûna DAÎŞ'ê êrîşî Kurdên li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin dike. Ji xwe re esas digire ku bi wê koalîsyonê re têkiliyê xurt bike. Polîtîkaya xwe bi vî rengî diguherîne. Di dema bihurî de li dijî vê yekê hin rexne hatin kirin. Dewletên Ewropayê nerazîbûn nîşan dan. Elmanya, Fransa, Îngilîstanê gotin, hevkariyeke bi vî rengî ya koalîsyonê nabe.

DYE BI VAN POLÎTÎKAYAN RE BAWERIYA BI XWE WINDA DIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser nerazîbûnên ji nava DYE'yê jî hatin û got, "Pentagonê, Wezareta Karên Derve nerazîbûn nîşan dan, hinekan îstifa kirin. Senatoyê nerazîbûn nîşan da. Koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê bi daxuyaniyên xwe pesnê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê da û têkoşîna Kurdan ku bi dehan hezar şehîd dan teqdîr kirin. Vê yekê rê li ber zextekê vekir û li ser vê yekê daxuyaniyên nû hatin dayin. Gotin; em ê biparêzin, em ê hêdî vekişin. Bi vî rengî helwestên xapînok hatin nîşandan. Ev yek hevnegirtî ye, bêîstiqrar e. Her roj ji hev cuda ye, hev nagire. DYE'yê bi van polîtîkayan re baweriya bi xwe gelekî winda kiriye. Bi rastî jî bi tevlîbûna xwe ya li nava koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê re, bi tifaqa bi berxwedana Kurdan re, bi têkoşîna 3 salan re qîmeta DYE'yê zêde bû; hem li nava Kurdan, hem li Rojhilata Navîn, hem jî li nava raya giştî ya navneteweyî. Bi nêzîkatiyên heyî re ev qîmeta xwe winda kir."

DESTWERDANA DYE'YÊ YA LI ÎRANÊ WÊ NE WEKE YA LI MISRÊ, SÛRIYEYÊ Û WELATÊN DIN BE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser nîqaşên derbarê destwerdaneke gengaz a li Îranê jî got, "DYE'yê beriya niha Îran û Sûriye weke mîhwera şer îlan kir. Her kes bi vê zane. Ji bo karibe li dijî vê mîhwera şer têbikoşe, xwest Tirkiye û Iraqê bike mutefîkê xwe û Kurdan jî tevlî vê yekê bike."

Bayik wiha dewam kir: "Ambargoya 5'ê Mijdara 2018'an hate ragihandin, tê wateya zêdekirina zextên li ser Îranê. DYE wê zexta li ser Îranê zêde bike. Lê belê nêzîkatiya li Îranê ne weke ya li Sûriye, Misr û welatên din be. Şert û mercên îranê cuda ne. Destwerdana DYE'yê ya li Îranê wê bi rêbazên cuda be, bi wî rengî dibe jî. Hîn bêhtir ambragoyên aborî derdikevin pêş. Xuya ye wê karên îstîxbaratî derkevin pêş. Dibe ku nêzîkatiyên darbekar li Îranê jî bikevin rojevê. Em nizanin bê kîjan rêbaz derkevin pêş, lê belê DYE dixwaze têkoşîna li dijî Îranê derxne pêş. Dixwaze ker kesî tevlî helwesta li dijî Îranê bike. Ev yek li berjewendiyên Kurdan nayê. Di rewşeke wiha de dixwaze TC'ê jî bi kar bîne, dixwaze xwe bispêre TC'ê û tawîzan dide TC'ê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê jî ji vê yekê hêzê digire û dixwaze komkujî û qirkirina Kurdan mezintir bike. Ev polîtîka derbê li Kurdan dixe. Lewma karê destpêkê yê Kurdan hilweşandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ye."

GEFA HERÎ MEZIN A NIHA YA LI DIJÎ KURDAN, DEWLETA TIRK E

Bayik bal kişand ser rewşa heyî ya Îranê û got, "Em pê zanin ku ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve li dijî siyaseta Kurdan e, li dijî Kurdan e. Ji aliyê dîrokî ve jî em bi vê zanin, ji aliyê rewşa rojane ve jî. Ev yek bi serê Kurdan hat. Niha jî heman tişt bi serê Kurdan tê. Çawa ku berxwedanên Kurdan ên demên bihurî bi tifaqa Osmanî-Îranê hatin eciqandin, çawa ku berxwedanên sedsala 20'an bi tifaqa Tirkiye-Îranê hatin têk birin, rêveberiyên Tirkiye û Îranê tevî ku li ser mijareke din li hev nakin, niha jî di polîtîkayên dij bi Kurd de dibin yek. Îran ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Kurdan tehdît e, lê belê di rewşa heyî de tehdîta sereke nîne. Gefa sereke û êrîşkar desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye ku çeteyên xwînxwar ên weke DAÎŞ û El Qaîdeyê xwedî dike. Ji ber vê yekê divê hedefa destpêkê desthilatdariya AKP-MHP'ê be. Li dijî Îranê helwestek bê nîşandan an neyê nîşandan, em di vê mijarê de tiştekî nabêjin. Li dijî Îranê têkoşîn bê kirin an neyê kirin, em tiştekî nabêjin. Lê belê em dibêjin, ne rast e ku giranî bidin ser Îranê, AKP-MHP bi vî rengî werin xurtkirin û rê li ber qirkirina Kurdan bê vekirin. Hêzeke ku vê bike, siyaset û zîhniyeta paşverû ne dikare li Îranê têk bibe ne jî li herêmên din ên Rojhilata Navîn. Berevajî wê paşverûtiyê xwedî bike. Lewma şaş e. Ji ber vê yekê divê têkoşîna sereke li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bê kirin. Em vê têkoşînê weke karê xwe yê sereke dibînin."

DI REWŞEKE WIHA DE KURD NIKARE BI TIRKIYEYÊ RE LI DIJÎ ÎRANÊ TIFAQÊ BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, PKK ji bo hebûn û azadiya Kurdan xwedî sekneke îdeolojîk û stratejîk e û got, "Xwedî teorî û stratejiyeke gelekî xurt e ku nîşan dide; ev yek bi Rojhilata Navîn a demokratîk dikare pêk were. Lewma li gorî vê sekna stratejîk tevdigere. Li gorî vê stratejiyê, gefa sereke dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ye. Êrîşên qirker mêtinger ên vê dîktatoriyê ye. Bi rengekî topyekûn, faşîst û qirker êrîş tên kirin. Komkujî li civaka Bakurê Kurdistanê kir. Guh neda pîvanên hiqûqê. Parlamenteran, şaredaran dixe girtîgehê. Rêveberiyên Kurdan ên hatin hilbijartin hemû ji holê rakir. Bi dehan hezar siyasetmedarên Kurd girtî ne. Her roj bi dehan komkujiyan dike. Li dijî vê yekê grevên birçîbûnê tên kirin. Bi balafiran, bi çekên NATO'yê her roj bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne. Bi êrîş dagirkeriyê ya 20'ê Çileya 2018'an re Efrîn tepisand, li Efrîna ku temamiya nifûsa xwe Kurd e, niha Kurd nîne. Li ber çavên dinyayê qir kir, li Efrînê Kurdîtî tine kir. Dixwaze vê yekê li herêmên din ên Kurdistanê bike. Artêşa xwe hemû li ser sînor bi cih kir, her roj gefan dixwe. Bomberdûmanê dike, bi tankan lê dide û dibêje, 'ez ê dagir bikim'. Ev rastî divê were dîtin. Di rewşeke xuya de gelo Kurd dikarin bi TC'ê re tifaqê bike û têkoşîna li dijî Îranê bike karê xwe yê sereke?

Ji xwe çend caran agirbest hate ragihandin û hewl hate dayin bi Tirkiyeyê re çareseriya demokratîk were kirin. Ya ku ev red kir, rêveberiya heyî ya AKP-MHP'ê ye. Vê rêveberiyê tinekirina Kurdan weke wezîfeyekê daniye ber xwe. Di rewşek wiha de eger DYE bi rêveberiyeke bi vî rengî re bibe yek, wê bikeve ser xeta dijberî û dijminatiya li Kurdan. Bêguman Kurd wê destekê nedin planeke stratejîk a bi vî rengî, wê tevlî nebin."

Ji anfe girtîye

Rate this item
(0 votes)